Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya avakirina derîyê sûra kevnar a Reqayê da dest pê kirin
- 09-09-2025

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya plana parastina cihên dîrokî de, îro Sêşemê projeya avakirina derîyê sûra kevnar a Reqayê ve da destpêkirin.
Serfiraz Şerîf, hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de , got ku proje hewldanên sererastkirinê ku di destpêka 2024’an de dest pê kirine temam dike, ku çend qonaxên amadekirina sûra kevnar, di nav de amadekirina çar deriyên wê, ve dihewîne.
Şerîf destnîşan kir ku’ di pêvajoya sererastkirinê de bi qasî /275/ metrekup kerpîçên heriyê û /85/ metrekup kerpîç hatine bikaranîn, û tekez kir ku Desteya Çandê ya Kantona Reqayê gelek kerpîç peyda kirine, di heman demê de Şaredariya Gel a Reqayê û Desteya Aborî jî beşdarî xebatên sererastkirinê bûn.
Şerîf got ku armanca projeyê ne tenê bi sererastkirinê ve sînordar e, lê di heman demê de destpêkirina hemleyên hişyarkirinê ji bo bilindkirina hişmendiya civakê li ser girîngiya parastina deverên dîrokî de û dûrketina ji avêtina çopê li derdora wan jî dihewîne.
Di dawiya axaftina xwe de, hevseroka Desteya Çandê ji şêniyên Reqayê re li ser pêwîstiya parastina sûra kevnar axivî, ji ber ku ew beşek girîng ji dîroka bajêr e û şahidiya qonaxên ku di seranserê serdeman de derbas bûye ye.