Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser Mîhrîcaneke Helbestên Gelêrî li dar xist
- 01-12-2025
Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro’ bi beşdariya kesayetên ji qada çandî û civakî û nûnerên saziyên rêveberiya xweser, mîhrîcaneke helbestên gelêrî li dar xist
Mîhrîcan li bajarê Reqayê hate lidarxistin, û endamên Desteya Serokatiyê ya Meclisa Gelan a Demokratîk û Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber, nûnerên saziyên rêveberî û hejmarek kesên ku bi karûbarên çandî re têkildarin , beşdar bûn.
Di destpêka çalakiyên mîhrîcanê de, hevserokê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser, Murhef El-Fehd, axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û girîngiya parastina mîrata devkî û helbestî ya herêmê tekezî kir.
Paşê hejmarek helbestvan derbasî ser dikê bûn û cûrbecûr helbestên xwe pêşkêş kirin ku nirxên resenî, mîrat û rastiya civakî ya cizîra Sûriyeyê nîşan didan. Di nav helbestvanên beşdar de Îsmaîl El-Hesen, Mihemed El-Heşaş, Xelîl El-Ehmed, Mihemed El-Ebdullah, Mihemed El-Şûîtî, Musena El-Ebûd (ji Iraqê), Mihemed El-Eyed, Elî El-Şeqîbî û Ruqeya hebûn.
Çalakiyên mîhrîcanê bi mûzîk û stranên gelêrî yên kevneşopî ku rastîbûna folklorê li herêma Cizîra Sûrî nîşan didin , dihewîne.
Hêjayî gotinê ye ku ev mîhrîcan beşek ji çalakiyên Desteya Çandê ye ku armanca wê mîrata gelêrî vejîne û rola helbestê di jiyana çandî ya civakê de zêde bike.

