Desteya Ciwan û Werzîşê li Hesekê Şampiyoniya Boksê ya Şehîd Nûreddîn sofî li dar xist
- 29-08-2025

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê îro Înê, li hola werzîşê ya bajarê Hesekê pêşbirkek boksê bi navê “Şampiyoniya Şehîd Nûreddîn Sofî ” li dar xist
Di şampyonê de 9’ tîm beşdarî bûn, di 13 maçan de di kategoriyên giraniya cuda de, di nav temaşevanên mezin de pêşbirk kirin. Di merasîma vekirinê de, Kaptên Alan Seydo li ser navê Desteya Ciwan û Werzîşê axivî û’ destnîşan kir ku şampyon peyamek e ji bo nifşê ciwan ku werzîş ne tenê pêşbirka fîzîkî ye, lê belê sembola welatparêzî, aîdiyet û nirxên hêja ye
Di pêşbirkê de çalakiyên cûrbecûr ên hunerî hatin pêşkêş kirin. Reqasvanê Ermenî Şogêr reqsek folklorîk a bi navê “Maxmora Xacik” pêşkêş kir, piştre jî komeke Artisax dîlaneg kevneşopî ya bi navê “Ûmaraa – Yar Xoşta” pêşkêş kirin, ku destanek çandî ya cihêreng li çalakiyên pêşbirkê zêde kir, ku bû hem bûyerek werzîşî û hem jî çandî.
Piştre li ser erdê rîngê dest pê kir, ku di navbera tîmên beşdar de pêşbirkek dijwar çêbû, ast û rihê pêşbirkê yê lîstikvanan di nav çepikên mezin ên girseyê de hat nîşandan.
Di dawiya şampyonê de, lîstikvan, tîm, rahêner, mêvan û organîzatorên ku beşdarî serkeftina vê çalakiya werzîşî bûne hatin xelatkirin, û tekez kirin ku bîranîna şehîd Nûredîn Sofî dê di her maç û her serkeftinê de ,bijî.