Desteya Ciwan û Werzîşê Mîrgan Hecî xelat kir
- 28-08-2025

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîstikvan Mîrgan Hecî ji bo bidestxistina wê ji asta yekem re di dema beşdarbûna wê di şampoyona Asyayê ya hêza laş de ku li Qeterê hate lidarxistin, xelat kir.
Desteya Ciwan û Werzşîşê ya Rêveberiya Xweser mertalekî pîrozbahiyê pêşkêşî Mîrgan kir, spasiya xwe ji bo hewildanên wê nîşan da û tekezî li ser piştgiriya wê kir her wiha jê xwest ku rêya xwe ya werzîşî bidomîne da ku serkeftinên din bidest bixe.
Mîrgan Hecî di tîma ya Sûriyê de 4 mîdalyayên zêr di pêşbirkê de bi dest xist.