Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk civîna xwe ya salane 2025`an lidar xist

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe salane 2025`an lidar xist. Di civînê de xebatên ku di nava salekê de hatine kirin hatin pêşandin û pilansaziya pêşerojê ku di sala bê de li ser were xebitandin, hate dayîn.

Cîgirên Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer, Hemdan El-Ebid, Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heserokên desteyên hundirîn ên kantonan, tev li civînê bûn.

Civîn bi rêzigitinê dest pê kir. Paşê Hesen Koçer geşedanên dawî li qada herêmî û sûrî, nirxand.

Her wiha rapora salane ya Desteya Hundirîn hate xwendin, hevserokên desteyên hundirîn ên kantonan jî raporên xwe yên salane pêşkêş kir. Beşdaran gelek mijar û pêşniyarên derbarên mekanîzme û rêbazên baştirkirina xebatên ewlehî, zehmetî û pirsgirêkên ku rastî desteyên hundirîn tên, nîqaş kir.

Civîn bi hin encaman bidawî ew jî wiha ne:

1-Ji bo xurtkirina aramiya bajar û bajarokan, planeke ewlehiyê ya berfireh were dayîn.

2-Pêşxistina mekanîzmayên koordînasyonê di navbera rêveberiyên ewlehî û sivîl de.

3-Xurtkirina bernameyên perwerde û pêşketinê ji bo xebatkarên di hemû saziyên Desteya Hundir.

4-Derbaskirina sîstemên çavdêriya jîr li deverên sereke (sînor, derî, bazar).

5-Lidarxistina hemleyên hişyariyê ji bo madeyên hişbir û garantiya ewlehiya tirafîkê.

6-Tevlîbûna bi meclisên herêmî re ji bo şopandina pirsgirêkên xizmetguzarî û ewlehiyê bi civakê re.

7-Tevlîbûn û destekdayîna ji înîsiyatîfên lihevhatina civakî, pêşxistina aştiya sivîl û têkoşîna li dijî gotinên nefretê re.

8-Pêşniyarkirina guhertina qanûna trafîkê û qanûna qeydkirina wesayîtan.

9-Berfirehkirina rêyên koordînasyonê bi rêxistinên mirovî û mafên mirovan re.

10-Aktîvkirina xebatê Gerîndeya Belgekirina Sivîl li Kantona Cizîrê.

11-Bilindkirina amadebûnê û xurtkirina şiyanên ewlehiyê bi rêya dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî, siyasî, yasayî û çekdarî.

12-Piştgiriya malbatên şehîdan bi rêya serdanan û destekdayîna manewî û madî.

13-Xebat ji bo baştirkirina koordînasyona di navbera hemû beş û gerîndeyan de da ku karîgeriya karê rêveberî û leşkerî were bilindkirin.

14-Pêşxistin û destekdayîna çapemeniyê.

15-Bihêzkirin û pêşxistina rola rêveberî û ewlehî ya jinan di rêveberî û saziyên desteya hundirîn de.