Desteya Jin a Cizîrê ji bo Roja Cîhanî ya Zarokan hemleyek da destpêkirin
- 16-11-2025
Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, îro bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan ku dikeve 20’ê Mijdarê, li ser navê Meclisa Zarokan li ber avahiya Desteyê ya li bajarê Qamişloyê bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl û mafên mirovan daxuyaniyek da û hemleya taybet da destpêkirin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Roja Cîhanî ya Zarokan a îsal bi dirûşmeya “Mafên zarokan nayên guftûgokirin” û “Ji bo cîhanek ewle û dadperwer ji bo her zarokekî” tê lidarxistin, û hat tekez kirin ku zarokên Sûrî di salên şer de koma herî bêparastin bûn û hîn jî ew in, ji ber ku ew ji mafê jiyaneke ewle, perwerde û tenduristiyê bêpar man, û rastî koçberî û windakirina malbatên xwe hatin, ji bilî komkujiyên ku jiyana gelek ji wan bi dest xistin, di nav de komkujiya gundê Qumcî ku tê de 7 zarok hatin şehîd xistin.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku zarok li bakur û rojhilatê Sûriyê bi fişarên ku ewlehî û aramiya wan tehdît dikin re rast tê, û bi deh hezaran ji wan ji deverên dagirkirî yên wekî Serê Kaniyê/Girê sipî, û Efrîn bi darê zorê koçber bûn, di heman demê de pêşîgirtina li vegera wan ji mafekî bingehîn bêpar dike ku “sûcekî qanûnî û mirovî” ye.
Desteya Jin her wiha bal kişand ser şert û mercên dijwar ên ku zarok di nav kampan de dijîn, di nav de bêparbûna ji perwerdehî û tenduristiyê, û xetera tundiyê û tekezî li ser rêzek daxwazan ji bo parastina zarokan kir, ya herî berbiçav evin:
Rawestandina Xwînrijandina li Sûriyeyê
Divp Sûcdarên sûcên şer ên li dijî zarokan hesab bipirsin û piştrast bikin ku ew ji cezayê nerevin.
Vegera ewle ya zarokên bi zorê koçber bûne bo deverên wan ên dagirkirî misoger bikin.
Xurtkirina parastina qanûnî ji bo zarokên li kampan û misogerkirina perwerde, tenduristî û parastina ji tundiyê.
Destpêkirina înîsiyatîfên aştî û lihevhatinê, bi aştiyê wekî garantiya herî girîng ji bo parastina pêşeroja zarokan.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku parastina zarokan erkekî mirovî û navneteweyî ye ku ji aliyê Peymana Mafên Zarokan û qanûna mirovî ya navneteweyî ve hatiye ferz kirin, û bang li hemî aliyan hate kirin ku Roja Zarokan a Cîhanê bikin fersendek ji bo nûkirina pabendbûna xwe ya ji bo parastina zarokan.
Hemleya çalakiyên ji bo dabînkirina piştgiriya exlaqî ji bo zarokên li navendên baxçe û danîngehên girêdayî Desteya Jin di navbera 16 û 20ê Mijdarê de dihewîne, û dê bi çalakiyeke mezin di Roja Zarokan a Cîhanê de bi dawî bibe.

