Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja Cîhanî ya Dijî Xwekuştinê de daxuyaniyek da
- 10-09-2025
Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro di Roja Cîhanî ya Dijî Xwekuştinê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
10ê Îlonê her sal Roja Pêşîlêgirtina Xwekuştinê ya Cîhanî tê naskirin. Xwekuştin yek ji diyardeyên herî xeternak ên civakî, psîkolojîk û tenduristiyê ye, ku di bingehê civakan de nehevsengiyên kûr çêdike. Ev encama kombûna tevlihev a faktoran di hemî aliyên jiyanê de ye, ji pevçûnên navxweyî bigre heya zextên derveyî, ku di encamê de dibin sedema hestên bêçaretiyê, û nebûna derfetên ji bo revîna ji êşê, û windakirina hêviyê di jiyanê de. Di vê rojê de, em hevgirtina xwe bi hemî welatên cîhanê re radigihînin, ku di helwestek mirovî ya hevpar de radiwestin da ku ji mirovan re giraniya diyardeya êşdar a xwekuştinê bibîr bînin, ku salane jiyana bi sed hezaran kesan digire. Jin di nav wan kesan de ne ku di rewşek trajediya veşartî de dijîn, nemaze di bin şert û mercên şer û koçberiyê de. Ku wê dike qurbaniyên sereke û xeleka herî biêş li hember zehmetiyên ku barê wê girantir dike, û her dibe astengî ji bo pêkanîna jiyanek hevbeş û adil.
Tiştê ku em îro di warê kuştin û zêdebûna xwekuştinan de di nav hemû temenan de dibînin, ev tevna civakî û mirovî ji hev dixe, û krîzên avahîsaziyê yên ku bûne sedema hilweşîna bingeha civaka Sûriyeyê û reseniya wê ya kevnar e. Ji ber vê yekê, Em Desteya Jin di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li ser bingeha berpirsiyariya xwe ya mirovî û exlaqî, û li ser bingeha prensîbên neteweya demokratîk û qanûnên navneteweyî yên têkildar, redkirina xwe ya kategorîk a zêdebûna diyardeyên kuştina jinan û xwekuştinê di civakan de radigihînin, ji ber ku ew binpêkirinek eşkereye ya mafên mirovan. Her wiha em di vê rojê de pabendbûna xwe ya domdar a bi pîroziya jiyanê, mafê her mirovî ye jiyanek bi rûmet û ewle, û belavkirina çanda zanebûn, diyalog û hevgirtina civakî, ji bo zidîbûna hêvî û lênêrîna tenduristiya derûnî. Her wiha em bang li munezema Tenduristiyê ya Cîhanê û hemû aliyên peywendîdar dikin, ku hemû cureyên tundî û kuştinê li dijî jin û ciwanan rawestînin, da ku wan biparêzin û mafên wan garantî bikin, û pêwîstiya peydakirina piştgiriya psîkolojîk, civakî û aborî ji bo avakirina civakek ewletir, hişyartir û dilovantir ku tê de edalet û wekhevî hebe, bêyî kuştin û û xwekuştinê.
Bi hev re ji bo jiyaneke azad û bi hêvî
Bi hev re ji bo têkoşîna li dijî xwekuştin û tundiyê
Jin-jiyan-azadî
Desteya Jin di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de
10ê Îlonê,2025

