Desteya Jin civîna xwe ya asayî lidar xist
- 02-11-2025
Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya asayî lidar xist. Seroka Desteya Jin Edalet Umer, cîgira wê Sewsen El-Xelef û cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Terfa Osman, serokên deste û nivîsgehên jin ên kantonan, beşdarî civînê bûn.
Di civînê de raporên ji kantona hatibûn hatin xwendin, rewşa siyasî ya herêmî û cîhanî hate nirxandin û tekezî li ser rola jin û berpirsiyariyên wê li hember zehmetiyên pêvajoya heyî de, hate kirin.
Her wiha rewşa jinan li Sûriyê û herêmê hate nîqaşkirin û behsa zêdebûna rewşên tundiyê, xwekuştin û kuştina jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêbazên sînordarkirina vê diyardeyê, rewşa zarokan nexasim mijarên sponsorgerî, pejirandinê û pêşkêşkirina pêşniyar û bernameyên têkildarî Roja Zarokan, hatin nîqaşkirin.
Civîn bi hin encaman bidawî bû ku di meha bê de werin pêkanîn ji wan: Avakirina navendeke demikî ji bo parastina jinên ku rastî tundiyê tên nexasim li herêma Firatê, tevlîbûna ji civînên komînên taybet ên jinan her roja Şemiyê û amdekirina belavokên hişiyariyê derbarê sûcên elektronîk.
Desteyê her wiha destpêkirina hemleya li dijî tundiya li ser jinan ragihand, ku têde semînerên hişyarkirinê ji endam û hevserokan re werin dayîn û çalakiyên ku armanca wan hişyarkirina civakî û xurtkirina rola jinan di rûbirûhatina bi vê diyardeyê re, dê werin dayîn.

