Desteya Jîngehê a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane li dar xist

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane , ku bi gelek bendan ji bo pêşxistina rewşa jîngehê ya herêmê li dar xist.
Di civînê de Hevseroketiya Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokên Meclisa Jîngehê, hevserokên Desteyên Jîngehê yên kantonan û Hêzên Parastina Jîngehê amade bûn
Her wiha raporên salane yên desteyên jîngehê hatin xwendin, ku rewşa jîngehê li kantonan nirxandin û destkeftiyên herî berbiçav destnîşan kirin, ji bilî zehmetî û astengiyên ku di qonaxa niha de li pêşiya xebatên jîngehê tê
Beşdaran li ser zehmetiyên ku desteya jîngehê pê re derbas dibe, bi taybetî di warê parastina çavkaniyên xwezayî, qirêjiya jîngehê û rêbazên zêdekirina hişmendiya jîngehê ya civakê de, û her weha li ser mekanîzmayên pêşxistina xebata hevbeş di navbera kantonan de nîqaş kirin.
Û senefizyonek derbarê xebatên ku ji aliyê Desteya Jîngehê ve ji destpêka salê ve li ser asta kantonan hatine kirin nîşan dan

Civîn bi hin encaman bi dawî bû, ku ev in:
1-Bicîhanîna pêdiviyan û pîvanên jîngehê ji bo hemî peymankaran, û rêkxistina mekanîzmayên ji bo danûstandina bi derivatîfên petrolê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
2-Ji her kantonekê tê xwestin ku pergala xwe ya hundirîn bi hemî hûrgiliyên wê, li gorî qanûna parastina jîngehê ya pejirandî, ji nû ve binirxîne
3-Xurtkirina prensîba hevkariyê di navbera kantonan de bi rêya danûstandin û parvekirina tovên daran ên li her kantonekê bi kantona din re
4-Amadekirina vîdyoyên hişyariyê yên sê mehan carekê, tevî hejmarên gilî û gazindan ji bo Hêzên Parastina Jîngehê, bi armanca baştirkirina ragihandinê bi civakê re
5-Erêkirina prensîbên ekolojiyê li ser hemû sazî û dezgehên ku di nav rêveberiya xweser de dixebitin
6-Pêşîniya çandiniya deverên çolê û deriyên bajêr li hemû kantona, bi berfirehkirineke girîng a qadên kesk, û avakirina şitilgehên taybet
7-xebat li gorî pêkanîna hevpeymana civakî, li hemû kantonan ji bo avakirin û rêxistinkirina meclisên bajar û bajarokan
8-Amadekirina lêkolînek berfireh li ser enerjiyên nûjenbar û mekanîzmayên pêkanîna wan, bi berçavgirtina taybetmendiyên taybetî yên her herêmê
9-Amadekirina databes û bankeke agahiyan, ligel amadekirina nexşeyek jîngehê ya berfireh ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.