Desteya Jîngehê û Hêzên Parastina Jîngehê dewreyeke perwerdeyê bidawî kir

Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik dewreyeke perwerdeyê yactaybet ji bo Desteya Jîngehê û Hêzên Parastina Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna 32 endaman, bidawî kir.

Di dewreya perwerdeyê de ku 15 rojan dewam kir dersên girêdayî çawaniya danûstandina bi jîngehê re û rêbazên parastina wê, hatin dayîn. Ew jî bi armanca amadekirina kadroyekî jîngehî pispor ku destekê bidin başbûn û geşkirina wê.

Di merasîma derçûna dewreyê de bi navê Hêzên Parastina Jîngehê ya herêmê Basim El-Teyif û Hevserikê Meclisa Jîngehê Ciwan Mûrad axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de tekezî li ser girîngiya pabendiya endamên tev li dewreya perwerdeyê bûne ku tişta ji perwerdeyê wergirtine, pêk bînin û bi wefedarî ji bo parastina jîngehê, bixebitin.