Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser civîneke berfireh bi rêxistinên navneteweyî re lidar xist
- 27-11-2025
Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîneke berfireh bi nûnerên rêxistinên mirovî ku di herêmê û navendên lênerîna civakî yên kantona Reqa û Tebqayê de kar dikin, lidar xist. Civîn bi armanca nîqaşkirina mekanîzmeya kesên ji Kampa Holê vedigerin, asoyên xurtkirina hevkariyê ji bo hêsankirina tevlîbûna wan ji civakê re, hate lidarxistin.
Hevserokatiya desteyên civakî û kedkaran tev li civînê bûn. Hevserokên navendên lênerîna civakî li Reqa û Tebqa Fîras Remedan û Hela El-Mihemed şîroveke berfireh derbarê mekanîzmeya xebatên navendan û xizmetên ku ji kesên ji kampê vedigerin û civaka ku wan pêşwazî dike pêşkêş kir û ev jî di çarçoveya koordînasyona hevbeş bi rêxistinên mirovî re ye.
Her wiha çend pêşniyar hatin kirin ku armanca wan piştgiriya ji bo kesên ji kampê vedigerin tê dayîn baştir û berfirehtir bikin û ev yek tevlîbûna wan a civakî û aborî hêsan dike. Desteya Hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran jî tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkariya di navbera navendên lênerîna civakî û rêxistinên mirovî de di hemû waran de kir da ku piştgiyê bidin hemû kesên ji kampa Holê vegeriyane misoger bifke û ew ji xizmetên lênihêrîna pêwîst sûdê, werbigirin.
Ev civîn di demek hestiyar de hate lidarxistin ku pêwîstiya bi pêşketina mekanîzmeyên destekdayîna berfireh ji kesên vedigerin re zêde dibe nexasim di çarçoveya zehmetiyên tevlêbûna civakî de rastî wan tên.

