Desteya karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salane a 2025’an li dar xist
- 22-12-2025
Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna Hemdan El-Ebd, Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevserokên Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran û cîgirên wan, û her wiha Hevserokên Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran yên kantonan, civîna xwe ya salane li dar xist.
Civîn bi nirxandina rewşa siyasî li ser asta herêmî û cîhanî û bandora wê ya rasterast li ser rastiya civakî û mirovî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li ser komên herî lawaz û hewcedar dest pê kir.
Di civînê de, raporên salane yên li ser karê desteyên karûbarên civakî û kedkaran li kantonan hatin xwendin û bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Asta xebat û bernameyên ku di sala borî de hatine bicîhanîn hatin nirxandin, ji bilî balkişandina ser zehmetî û astengiyên herî berbiçav ên ku li pêş kar derketine, çi ji ber çavkaniyên sînorkirî be, çi jî ji ber zexta zêde ya li ser saziyên civakî be.
Her wiha Hewldanên ku ji bo dabînkirina alîkariya mirovî ji xelkê kampan re hatine kirin jî hatin nirxandin, ji ber ku beşdaran li ser mekanîzmayên piştgiriya koçberan bi rêya dabînkirina madeyên alîkariyê yên bingehîn, alîkariya xwarinê û dabînkirina xizmetên civakî, ji bilî xebata ji bo baştirkirina rastiya kampan û sivikkirina barên mirovî yên li ser xelkê wan, tevî dijwarî û zextên berdewam, nîqaş kirin.
Di civînê de her wiha girîngiya xurtkirina hevkarî di navbera desteyên karûbarên civakî, saziyên mirovî û rêxistinên mirovî de hate nîqaşkirin, da ku çarçoveya bersiva mirovî berfireh bibe, kalîteya xizmetên pêşkêşkirî baştir bibe û bi awayekî dadperwer û rêkûpêk bigihîje kesên ku heq dikin.
Civîn bi hin encamên girîng bi dawî bû û evin ;
Xebat ji bo vegera ewle û bi rûmet a kesên koçber ji Efrîn, Şehba, Girê Spî , Serê kaniyê.
Bi koordînasyona bi komîseriya penaberan, hêsankirina vegera kesên ku dixwazin ji kampan biçin navçeyên xwe yên resen.
Rênameyên rêxistinên mirovî ji bo piştgiriya kamp û cihên lênerînê
Koordînasyon bi rayedarên tenduristî û perwerdeyê re ji bo xurtkirina navendên tenduristî û perwerdeyê yên li kampan.
Xurtkirina navendên xizmetguzariya civakî li hemû kantonan, pêşniyarkirina wan ji rêxistinên mirovî re, û aktîvkirina navendan li kantonên neçalak.
Koordînasyon bi kantonan re ji bo zêdekirina rola nivîsgeha kar di dabînkirina derfetên kar de.
Divê Navendên kesên astengdar li kantonan bêçalak çalak bikin.
Kartên astengdar ên yekgirtî ji bo kesên astengdar li kantonan ku hîn nehatine çalakkirin divê were derxistin.
Komîteya bijîşkî dê li gorî dabeşkirina bijîşkî ya taybetî ya kesên astengdar were avakirin.
Ji bo ku kesên astengdar di hemû astên civakî, aborî û yên din de werin hêzdarkirin, dê xebat were kirin.
Rêxistinkirina çalakiyan û dabînkirina alîkariyê ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet.
Zêdekirina hebûna ragihandinê ji bo nîşandana xebatên desteya karûbarên civakî û kedkaran, bi armanca ku şerê ragihandinê bi nêzîkatiyek neteweperest û yekgirtî were çareserkirin ku Sûrîyan tîne gel hev û gotinên nefretê red bike.

