Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê şewatxaneyek ji bo şewitandina bermayiyên bijîşkî li ser asta Sûriyê dê ava bike
- 16-09-2025
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê Dr, Mihemed El-Abid got, desteyê şewatxaneya bermayiyên bijîşkî ji ya kevin ewletir ava kiriye ku niha bi navendên nifûsê yên qerebalix hatiye dorpêçkirin.
El-Abid wiha domand: “Me bi gelek rêxistinên mirovî re têkilî danî û civînên berfireh lidar xistin da ku em li ser vê pirsgirêkê nîqaş bikin û çareseriyên pratîkî bibînin. Ji ber çend sedeman, herêmeke çiyayî ya dûrî deverên niştecihbûnê wekî cihekî guncaw ji bo şewatxaneya nû hat hilbijartin. Ya herî girîng jî dûrbûna wê ji deverên niştecihbûyî û misogerkirina veguhestina ewle ya bermayiyên bijîşkî ye.”
El-Abid di axaftina xwe de diyar kir ku civînek di navbera Şaredariya Gel a Reqayê, nûnerên Bijîşkên Sînornenas û aliyên peywendîdar ên herêmî de hate lidarxistin û têde nîqaşên berfireh li ser baştirîn rêbaz ji bo hilbijartina cih hatine kirin. Piştî wê jî serdaneke meydanî ji cih re hate kirin û ji bo şewitandina çopê hate erêkirin.
El-Abid destnîşan kir ku Rêxistina Bijîşkên Sînornenas plana endezyariyê ya ji bo şewatxaneya nû pêşkêş kiriye, ku têde alavên nûjen hene ku dikarin li hember germahiyên heta 1000 pileya Celsius bisekinin û tunekirina bêkêmasî û ewle ya bermayiyên bijîşkî li gorî pîvanên tenduristî û jîngehê yên herî bilind misoger dike.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê Mihemed El-Abid di dawiyê de anî ziman ku ev şewatxane cara yekem li Sûriyê bi vî rengî ye û ev proje gaveke stratejîk e ber bi baştirkirina standardên tenduristiyê, parastina jîngehê û misogerkirina ewlehiya niştecihan ve ye û tekez kir ku deste pabendbûnî şopandina pêkanînê ye da ku baştirîn encam bidest bixe.

