Di Konferansa Yekrêziya Helwestên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkhateyan banga xurtkirina xebatan ji bo avakirina welatekî pirreng kir

Di Konferansa Yekrêziya Helwesta Pêkhateyan Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku îro li bajarê Hesekê tê lidarxistin axaftin bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, MSD`ê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate kirin.

Her wiha axaftin bi navê pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Erebî, Kurdî, Suryanî, Ermenî, Turkem hatin kirin û axaftinên bi rêya dîmenan ji aliyê Durziyên yekbûyî û Elewiyan di konferansê de hatin pêşkêşkirin.

Di axaftinan de tekezî li ser xurtkirina xebatan kirin da ku parastina hevgirtina civakî ya sûrî, sekna li hember tevlîheviyan û bêbandorkirina hewldanên parçebûnê di navbera pêkhateyên sûrî de, hate kirin.

Her wiha îşaret bi girîngiya xebatê bi hevre yê pêkhateyan ji bo avakirina Sûriyeke ku her kesî bêyî cûdahî hembêz dike nexasim di pêvajoyên hestiyar de ku welat têre derbas dibe, hate kirin.

Tê payîn ku nîqaş û tevlîbûn ji aliyê beşdaran ve were kirin û konferans bi daxuyaniyekê bidawî bibe.

Konferansa Yekrêziya Helwesta Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekîtîya me xurt dike, bi hevkariya me, em pêşeroja xwe ava dikin”, tê lidarxistin.