Duyemîn şampiyona basketbolê ya jinan li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest pê kir
- 01-10-2025
Nivîsgeha Jin a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê duyemîn şampiyona basketbolê ya jinan bi navê Şehîd Ronahî Amanos, lidar xist.
Şampiyon li Ewlekariya Hundirîn a werzîşê ya bajarê Reqayê, tê lidarxistin. Tîmên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li şampiyonê bûne.
Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edalet Umer, cîgira wê Sewsen El-Xelef, hevserokên desteyên Ciwan û Werzîşê yên kantonan û hezkeriyên vê lîstokê, beşdarî merasîma destpêkirina şampiyonê bûne.
Di merasîma destpêkirinê de Hevseroka Nivîsgeha Jin a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser Emîna Burkil axivî, xêrhatina lîstikvan û beşdaran kir û tekezî li ser girîngiya werzîşa jinan û rola wê di xebatên komî û ruhê time di bidestxistina serkeftinê de, kir.
Emîna Burkil diyar kir ku ev şampiyon derfete da ku lîstikvan derfet û kêfxweşiya xwe bi basketbolê, nîşan bidin.
Şampiyon dê 2 rojan dewam bike. Her maçek 40 dk dirêj dike. Di roja yekem de dê 4 maç bi beşdarbûna tîmên Cizîrê, Kobanê û Reqayê were lidarxistin û di roja duyemîn de jî dê 2 maç werin lidarxistin.
Maçên şampiyonê dê bi sîstema lîga xalan werin lîstin û her du tîmên ku herî zêde xalan bi dest bixin dê werin xelatkirin. Her wiha golkarê herî baş ê şampiyonê û lîstikvana herî baş dê werin xelatkirin û xelat dê ji hemî tîmên beşdar re werin pêşkêşkirin.

