Evîn Siwêd: Em bawrin ku zanist kevirê bingehîn ê pêşketin û geşedanê ye
- 29-10-2025
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd got ku Rêveberiya Xweser ji damezrandina xwe ve perwerde û pêşketina akademîk xistiye navenda pêşîniyên xwe, nemaze ku avakirina mirovekî hişmend û xwendî garantiya rastîn a berdewamiya destkeftiyên gelê me û xurtkirina nirxên azadî, demokrasî, wekhevî û edaleta civakî ye.
Evîn Siwêd di merasîma dereçûna koma yekem a xwendekarên Zanîngeha El-Şerq a li bajarê Reqayê axivî û wiha got : “Bi hemû serbilindî û rûmetê, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em koma yekem a dereçûna Zanîngeha El-Şerq û li xebatkarên rêveberî yên ku ji bo gihîştina vê roja dîrokî û bi rûmet kedên mezin dane, pîroz dikin.
Evîn di berdewamiya axaftina xwede got ku: “Ev roj ne tenê bûyerek akademîk e, lê belê encama rêwîtiyek berxwedan û biryardariyê ye ji bo avakirina civakeke azad, ronakbîr û demokratîk ku bawer dike zanist kevirê bingehîn ê pêşketin û geşedanê ye. Rêveberiya Xweser, ji damezrandina xwe ve, perwerde û pêşketina akademîk xistiye navenda pêşîniyên xwe, bi têgihîştina ku avakirina hişmend û perwerdekirî garantiya rastîn a berdewamiya destkeftiyên gelê me û xurtkirina nirxên azadî, demokrasî, wekhevî û edaleta civakî ye.”
Evîn Siwêd tekez kir ku “Zanîngeha El-Şerq yek ji destkeftiyên şoreşa me ya civakî û demokratîk e, ku bi saya şehîdên me û bi saya berxwedana gelê me û hêzên me yên leşkerî û ewlehiyê yên ku ewlehî û aramiyê diparêzin û dihêlin zanist û zanîn geş bibin, bi dest ket.”
Wê destnîşan kir ku “di Rêveberiya Demokratî de, me ji destpêka şoreşa xwe ve di hemû waran de û di avakirina saziyên xizmetguzarî û pêşkeftinê de hemû hewldan dane””Sektora xwendina bilind di nav pêşîniyên me de bû ji ber ku em piştrast in ku mirov navenda guhertina şoreşgerî ye, û me ji bo damezrandina zanîngeh, navendên lêkolînê û akademiyan xebitîn, û îro em şahidê berhemên vê hewldan û xebatê ne.”
Siwêd diyar kir ku ew ê her tiştî bikin da ku saziyên perwerde û lêkolînê piştgirî bikin û asta xwendina bilind li seranserê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind bikin, da ku bibin modelek ku di pirrengî, wekhevî û afirîneriya zanistî de were şopandin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê roja pîroz de, em li we hemûyan – xwendekar û mamosteyan – pîroz dikin û em ji we re serkeftinê dixwazin, da ku zanîna we bibe çirayek ku rêya civakê ber bi pêşerojek baştir ve ronî bike ku li gorî destkeftiyên gelê me be û bingeha avakirina Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî be
