Evîn Siwêd: Jin di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de di parastin û avakirina sîstemeke exlaqî û mirovî de pêşeng in

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd tekez kir ku jin di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hebûneke pêşeng di parastina civakê û destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îsbat kir û got ev ezmûn guhertinek kalîteyî di rêya rizgariya jinan û rola wan di avakirina sîstemeke exlaqî û mirovî de temsîl dike.

Evîn Siwêd di 4`emîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin de ku li bajarê Hesekê hate lidarxistin axivî. Evîn Siwêd lidarxistina konferans li hemû jinên beşdar pîroz kir û ji wan re hêviya serkeftinê di xebatên wan de, xwest.

Evîn Siwêd di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Lidarxistina konferans di çarçoveya rewşên zehmet de ku Sûriyê têre derbas dibe de, îsrara jinan ji bo berdewamiaya rêya azad îsbat dike û tekez dike ku hêza civakan ji pêşengiya jin û hevgirtina wan e.”

Evîn Siwêd destnîşan kir ku jin ne tenê beşdarên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, lê di pêşengiya refên wê de bûn, nirxên berpirsyarî û fedakariyê temsîl dikirin û bi awayekî çalak beşdarî avakirina projeyek demokratîk li ser bingeha dadmendî û wekheviyê bûn.

Evîn Siwêd diyar kir ku jinên Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin îsbat kirine ku parastina civakê ne tenê di aliyên leşkerî yan ewlehiyê de sînordar e, lê ji wê zêdetir, belavkirina çanda aştî û hişmendiyê û xebata bi ruhê berpirsiyariya exlaqî li hember hemû beşên civakê û piştrast kir ku ev ezmûna berbiçav bi bandor dirûşmeya “Parastina civakê berpirsiyariyek hevbeş e” temsîl dike.

Evîn Siwêd bal kişand ser rola girîng a jinan di şerê li dijî hemû cureyên sûc û terorê û tekez kir ku endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ne tenê parastin peyda kirine, lê belê beşdarî xurtkirina ewlehiya civakê di wateya wê ya berfireh de jî bûne û got divê ev hewldan li dijî her hewldanek ji bo têkbirin an jî xirakirina wan werin parastin û piştgirî kirin.

Evîn Siwêd di axaftina xwe de bi rêzdarî şehîdên jin ên ku jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirine û di rêya berxwedanê de meşiyan bi bîr anî, fedakariya wan wekî çirayên ku rêya nifşên pêşerojê ronî dikin û temsîla rast a îradeya bêdawî ya jinan bi nav kir.

Evîn Siwêd got, pejirandina sîstemeke hevserokatiyê û beşdariya jinan di warên cûda yên rêveberî û civakê de xwezaya projeya siyasî û civakî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye pejirandin nîşan dide, ku wekheviya rast weke bingeha Sûriyeke demokratîk, azad û pirreng datîne.

Her wiha Evîn Siwêd destnîşan kir ku pêwîstiya qonaxa heyî, bi pirsgirêkên xwe yên siyasî û ewlehiyê bi xurtkirina têkoşînên jinan û berfirehkirina beşdariya wan di warên siyasî, ewlehî, parastin û çandê de heye û ev erk rêxistinbûyîneke mezintir û piştgiriya berdewam ji bo rolên pêşengiya jinan, heye.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd tekezî li ser destekdayîna Rêveberiya Xweser ji her xebatekî ku destekê dide xurtkirina rêxistinkirina jinên azadî û xurtkirina cihê wê yê pêşeng di warê parastin û avakirinê de û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Serkeftina we serkeftina tevahî civakê ye û gaveke zêde beer bi Sûriyeke demokratîk, azad û pirreng li ser esasê wekhevî û edaletê ye.”