Gerendiya Giştî a Tirafîkê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyabiyekê bank li gelê herêmê kir ku bi zagonên tirafîkê bapendbin
- 08-10-2025
Gerendiya Giştî a Trafîkê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ‘Çarşemê derbarê zêdebûna qezayan û serjimariyê, û tunekirina kelûpelên desteserkirî yên trafîkê li gorî prosedurên zagonî de daxuyaniyek da
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin ;
Di dema ku gerendiya tirafîka a herêma bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe ewlehiya riyan û parastina giyanê hemwelatiyan dike, hindek rewşên neyînî di nava kolanan de rû didin ku wekî metersiyeke cidî li ser aramiya giştî tê dîtin, ew jî di encama xemsariya bi zagonên tirafîkê herwiha paşguhkirina sîstemê. Îro em ji bo we û ji bo raya giştî serjimêriya kar û xebatên xwe ji destpêka vê salê heta roja îro bi zelalî û berpirsiyartî pêşkêş dikin ku em tekez dikin wê zagon li ser her kesî ye û aramiya tirafîkê ne hilbijartineke lê belê erkeke mirovî û welatparêziyê ye.
Ji destpêka vê salê daîreya tirafîkê ( 568092 ) cezayên tirafîkê bi dest xistiye ji wan derbaskirina leza zêde, ne bapendîbûna sembolên tirafîkê, ajotina bê ruxset, parkbûna bê ser û ber û bikaranîna amûrên ne rêxistin kirî di wesayetan de, ji lewra hemû kesên hatine muxalefekirin li gorî zagonan biryar derheqê wan de hate sitandin, li kêlek wê li ser hişiyarkirinê û tirsa erênî da ku rê li ber van reftaran were girtin hate tekez kirin.
Derbarê ruxsetên ajotinê, dibistanên ajotinê li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ji destpêka vê salê (45886) ruxsetên nû dane, piştî ku di perwerdeyên piratîkî û teorîk derbas bûn herwiha asta ajokaran û belavkirina çanda ajotina aram hate misogerkirin, ji ber vê çendê ev ruxset ne tenê belgeyek fermi ye, lê belê pêkanîneke exlaqî û berpirsiyartiyeke hem li hember kesayet û civakê ye.
Derbarê qezayên tirafîkê di vê demê de (3543) qeza hate amarkirin ji wan (812) qezayek sivik û (1673) qezayek navîn û (1058) qezayek metersîdar, di encama wê de (1879) birîndar û (183) mirî, li gorî dîraseyên amaje bi wê yekê dike ku sedema van qezayan leza zêde, bikaranîna telefonan û ne pêkanîna mesafeyên aramiyê û westandinê di dema ajotina bi şevê ye.
Di dema hemleyên meydanî de ku darîya tirafîkê ji destpêka vê sale de pêk aniyê (3872 ) lampeyên Zînon û (683 ) keşaf û ( 74 ) korne û ( 52 ) zabîte û ( 124 ) fîdralî û ( 345 ) perde û ( 12 ) antêl û (1002 ) fanûs û ( 263 ) bafleyên motorsîlkan û ( 98 ) camên fêmê hate sedest kirin. Ev ne semboleke estetîkê ye wekî ku gelek kes wiha wê bi nav dikin lê belê metersiyeke cidî li ser ajokar û milet e ye ku bûye sedema rûdana gelek qezayan ji ber ku hem li ser dîtin û bihîstinê bandor dike.
Ji ber baldarbûna me derbarê aramiya her kesî daîreya tirafîkê hemû hemwelatiyan hişiyar dike ku pabendî lezên li ser rê û cadeyan hatine diyarkirin, telefonan di dema ajotinê de bikarneyînin, kontrolkirina firêm, taker û lampeyan bê navber bikin, di dema westandinê bi taybet di şevê de erebe û wesayet neyên ajotin. Li kêlek wê amûrên qedexekirî wekî zînon û keşaf neyên siwar kirin, di heman demê de çi ajokarek bê ser û ber be an jî reftarek xeter li ser rê biqewime dîrek divê milet gilî bike.
Daîreya tirafîkê li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê tekez dike ku rê û cade milkê her kesî ye û parastina wê berpirsiyartiya her kesî ye, em bi awayekî zelal van hejmaran pêşkêşî we dikin ji ber ku bawer dikin ku zelalî beşek ji ewlehiyê ye û hişiyarbûn esasê parastinê ye, ji lewra qonaxa pêşiya me wê bibe qonaxa dispilînê û pêkanîna zagonan derheqê her kesê ku jiyana milet dixe xeteriyê.
Armanca me ne cezakirin e, lê belê parastina jiyana gel e, em li xerameyan nagerin lê belê, hişiyarî û li dispilînê digerin.
Ka em bi hev re kolanên xwe bikin mînaka dispilîn û berpirsiyartiyê, em rêzgirtina zagonan bikin reftarekî rojane pêşketina gelê me nîşan bide.
Spasiya dezgehên ragihandinê dikin ji ber bê navber rewşê dişopînin, ji bo her hemwelatiyek pabendî zagonan dibe û tevlî parastina aramiya giştî dibe zor spas .
8’ê cotmeha sala 2025’an
Gerîndeya giştî ya tirafîka a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê

