Gerîndeya Giştî ya Firneyan li Reqayê piştgiriya xwe ya ji bo madeya nan li kantonê didomîne

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Firneyan a Kantona Reqayê Hemûd Kelah got ku hejmara firnryên ku li bajar û gundewarê reqayê dixebitin 109 e, tevî firnrya Ihtiyat û El-Temwîn yên girêdayî gerendiyê , û çar firneyên girêdayî kooperatîfan hene ew jî : Firneya Heyat, Firneya Selhebiye, Firneya 23ê Şibat û Firneya El-Firdos

Kalah diyar kir ku di nava gerendîyê de hin nifîsgeh hene , ew jî nivîsgeha çavdêriya firneyan, ku rojane ji bo şopandina kar û xebatên firneyên li kantonê , û nivîsgeha çavdêriya nûnerî, ku belavkirina nan bi rêya nêzîkî 900 nûneran li bajar û gundewaran dişopîne

Kaleh her wiha got ku gerendî bi rêya nivîsgeha aşan, bi koordînasyona Gerendiya Sotemeniyê re, heftane mîqdarên ard ku ji firneyan re tê veqetandin, plansaz dike, bi vî awayî bernameyên belavkirina sotemeniya têne şandin da ku xebatê berdewam a firneyan misoger bibe.

Tê payîn ku mîqdara ardê ku rojane li firneyên taybet û giştî li Reqayê tê belavkirin, bi qasî 290 ton e, ku ji wê 23 ton rojane li şeş firneyên li herêma Sebxa tê belavkirin.