Gerîndeya Jîngehê û Şaredariya Gel dest bi hemleya “Sifir Çop” li Hesekê, kir

Gerîndeya Jîngehê ya Meclisa bajarê Hesekê îro dest bi hemleya paqijiyê di bin dirûşmeya “Sifir Çop” de bi hevkariya Şaredariya Gel a Hesekê û Heyva Sor a Kurdî, kir.

Hemle 3 rojan dê dewam bike. Armanca wê xurtkirina heşiyariya jîngehî di navbera şêniyan de û pêşdexistina wan ji bo parastina paqijiya taxên niştecihî û ew jî bi rêya belavkirina çopdankan û birûşûrên hişiyariyê.

Hemle ji Çerxerêya Sînalko dest pê kir û ber bi taxa Kelasê ve çû. Dildarên ji Gerîndeya Jîngehê û hevserokên komînan tev li hemleyê bûne. Ew jî di çarçoveya xebatên hevbeş ji bo bilindkirina asta paqijiya giştî û pêşdexistina şêniyan da ku tev li hemleyê bibin.

Di hemleyê de beşdaran 620 çopdank li şênî û xwediyên dukanan belav kir. Çopdank jî ji du cureyan e : Konteynerên ji bo berhevkirina bermayiyên şil, ku bermayiyên metbexê û xwarinê yên wekî sebze, fêkî, qalikên hêkan, bermayiyên çayê û qehweyê dihewîne û konteynerên din ên ji bo berhevkirina bermayiyên hişk ên wekî kaxez, karton, amûrên plastîk û cam.