Hevserokatiya Meclisa Rêveber serdana Hunergeha Welat kir

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêz Evîn Siwêd, Hisên Osman, cîgirê hevserokatiyê Hesen Koçer serdana Hunergeha Welat a girêdayî Desteya Çandê, kir.

Ew ji aliyê Hevserokatiya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin pêşwazîkirin. Hevserokatiya Meclisa Rêveber der barê xebatên hunergehê û girîngtirîn xebatên hunerî ku hatine temamkirin, hatin agahdarkirin.

Her wiha mekanîzmeya pêşxistina xebatên hunerî û destekdayîna wê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî welat, hate nîqaşkirin.