Hevserokê Koordînasyona Zanîngehan beşdarî Sîmnara Dîroka Serdema Navîn bû
- 19-08-2025

Hevserokê Koordînasyona Zanîngehan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr Xelîl El-Elî, û Dr. Selah El-Dîn Muslim, mamosteyê Zanîngeha Kobanî, bi rêya Zoomê beşdarî 2’emîn Sîmnara Dîroka Serdema Navîn bûn, ev sîmnar ji aliyê Navenda Aton a Lêkolînên Siyasî ve li Qahîreya Misrê hate li dar xiat
Di sîmnarê de pisporên dîrok û beşdariyên pêkhateya Kurd amade bûn
Dr. Xelîl El-Elî girîngiya lidarxistina vê sîmnarê tekez kir ku, ew wekî gaveke girîng di rêya hevkariya akademîk de diyar kir, ji ber girîngiya zanistê di pêşxistina ragihandinê di navbera gelan de, û tekezî li ser serbilindiya Kurdan bi têkiliyên xwe yên dîrokî bi Ereban re ,kir.
Ji aliyê xwe ve, Dr. Selah El-Dîn Muslim tekez kir ku nivîsên li ser Rojhilata Navîn û karûbarên Kurdan ji bo pêşxistina têkiliyên Ereb-Kurdî , û destnîşan kir ku em pir hewcedarê pêşxistina wan in
Û her wiha behsa cudahîyên di navbera Kurd, Ereb û Farisan de kir û got ku’ dema em dîrokê analîz bikin, em ê bibînin ku li pişt wan cudahîyan zihniyeta dewletê heye. Û diyar kir ku pêwîst e dîroka civakî ji dîroka ku ji aliyê dewletê ve hatiye nivîsandin were veqetandin, û pirsgirêka berê ew e ku ew nehatiye nivîsandin.