Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi boneya 12’emîn salvegera xwe de Daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 12’emîn salvegera damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de daxuyaniyek da

Daxuyanî wiha ye:

Bi boneya 12`emîn salvegera damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî ji raya giştî re

Ji gelê me û raya giştî re

Di 30`ê Cotmehê de em bi serfirazî 12`emîn salvegera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr tînin. Ev saziya niştîmanî ku bi saya berdêlên gelê me hate damezirandin da ku bibe mertalek ji bo parastina aramî û ewlehiya wan û bingeheke xurt ji bo avakirina civakeke ku aştî û dadwerî têde serdest be.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji destpêka damezrandina xwe ve, li ser baweriyek kûr ava bûne ku ewlehî ne amûrek desthilatdariyê ye, lê erk û berpirsiyariyek niştîmanî û mirovî ye, ku armanca wê berî her tiştî parastina mirovan, parastina rûmet û azadiya wî, parastina milkên giştî û taybet û misogerkirina aramiya civakê bi hemû pêkhateyên wê ye.

Di rêwîtiya 12 salan ji xebat û fedakariyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwe wekî hêzek rêxistinkirî û dîsîplînkirî îspat kirine, li gorî pîvanên bilind ên pîşeyî û niştîmanî tevdigerin. Ew di pêşengiya wan kesên ku li hember terorê, şane û planên wê sekinîn û bi edalet û îsrar li dijî sûcdaran, bazirganên madeyên hişbir û kesên ku ewlehiya civakê xira dikin, sekinîn.

Fermandariya me ya Giştî tekez dike ku parastina sivîlan û parastina aştiya sivîl di asta yekem de ye û dê bimîne. Em li gorî pêwîstiyên ewlehiya civakî, ruhê edalet û hesabdayînê û pabendiya bi qanûn û sîsteman, pêkanînînên xwe pêş dixin û şiyanên xwe zêde dikin.

Îro, Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyeke niştîmanî yekgirtî temsîl dikin, hevgirtin û pirrengiya sûrî temsîl dike ku Kurd, Ereb, Suriyan, Aşûr, Çerkes û Êzidî dihewîne û hemû mil bi mil ji bo xizmeta gel dixebitin û bi baweriya ku hêza me di yekîtiya me de ye û ewlehî berpirsiyariyeke kolektîf e ku cudahî nas nake.

Jin di nava saziyên me de pêşeng û çalak in. Ji ber ew di biryardan û bicîhanînê de şirîk in. Erkên xwe di hemû warên ewlehî û rêveberî de bi cih tîne û nirxên azadî û wekheviyê temsîl dikin, da ku bibin mînakek geş a jina azad a sûrî ku dikare pêşengiyê bike û berpirsiyariyê hilgire.

Modela ewlehî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser bingeha hevkariya civakî, rêzgirtina ji bo pirrengiyê û pabendbûna bi serweriya qanûnê ye, ew modeleke serkeftî ye û dikare li tevahî erdnîgariya Sûriyê were belavkfirin. Ji ber ev model têgîna ewlehiya mirovî ya li ser esasê parastina welatiyan li şûna serdestiya wan îro modeleke pêşeng di avakirina saziyên ewelhiya niştîmanî û demokratîk de ku xizmeta gel bi hemû pêkhateyên wê dike, tê hesibandin. Li ser vê esasê em piştrast dikin ku belavkirina vê modelê li hemû bajarên Sûriyê baştirîn rêbaz ji bo pêkanîna ewlehiya domdar, xurtkirina bingehên aştiya sivîl û misogerkirina pêşerojeke ku bi edalet û wekheviyê di navbera hemû gelê Sûriyê de tê destnîşankirin.

Di vê salvegera pîroz de em soza xwe li hember gelê xwe nû dikin ku em ê wefedarên xwîna şehîdên ku bi lehengiya xwe rêya ewlehiyê vekirin, em ê rêya wan bi îsrareke xurt ji bo pêkanîna ewlehî, şerê li dijî terorê, sûc û madeyên hişbir û parastina nirxên edalet û jiyana hevbeş li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomînin.