Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpêkirina Hemleya Ewlehiyê li Reqayê ragihand

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro’ Çarşemê bi daxuyaniyekê destpêkirina hemleya Ewlehiyê li kantona Reqayê bi armanca parastina ewlehî û aramiyê ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Di encama salên dirêj ên şerê li Sûriyê de, kaos û bêîstîqrarî li seranserê welêt belav bûye, û li gelek herêman valahiyek ewlehiyê çêkiriye. Bê guman ev yek bandorek neyînî li herêmên me yên li bakur û rojhilatê Sûriyê kiriye, ji ber ku em beşek yekgirtî ya vî welatî ne.

Ev rewşa xirab rê daye şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê ku çalakiya xwe bi awayekî mezin vegerîne û xwe birêxistin bike û bendên Hêzên me û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gelek bajar û bajarokan armanc bikin. Her wiha rê li ber bazirganên hişbirê yên ku di bin parastina rejîma berê ya Sûriyê de dixebitîn, vekirin da ku bazirganiya xwe berfireh bikin û bigihêjin herêmên me yên li bakur û rojhilatê Sûriyê. Girêdayî vê yekê, bûyerên takekesî yên kesên nefes lawaz hene ku guleyên bêserûber diavêjin, ku rewşa bêistiqrarî û ne ewlehiya welatiyan çêkirîye. Van kiryaran teşwîqek mezin di nava hêzên me de çêkir ku dest bi pêngavên ewlehî û leşkerî û zêdekirina ewlehiyê û bilindkirina amadekirinê li gelek deveran ji wan pêngava paqijkirina başûrê Hesekê da ku tevgera şaneyên DAIŞ’ê li bajêr têk bikin û gelek endamên vê şaneya terorîst bi wan re çendên mezin ji çek û cebilxaneyan bigirin.

Pişt re hêzên me amadekariyên pêngava ewlehiyê ya berfireh li kampa Holê ku wekî kampa herî xeternak a li ser rûyê erdê ye ku malbatên endamên DAIŞ’ê yên niha girtî ne, kirin, Hêzên me, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi piştgirîya Hêzên Sûriya Demokratîk û Neteweyên Yekbûyî ku paqijkirina kampê du rojan dewam kir tê de 11 endamên girêdayî vê rêxistina terorîst hatin girtin, her wekî gelek şebeke û êriş dihatin amadekirin da ku êrişî herêmên me bikin.

Îro, em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku dest bi pêngaveke nû li bajarê Reqayê radigihînin, armanca vê pêngavê tesbîtkirina ewlehiyê û kesên sûcdar yên ku gelek tawan kirine radestî edaletê bikin ku ev operasyon dê bidiqet û profesioneleke mezin ji aliyê Hêzên me yên taybet H.A.T û Operasyonan were lidarxistin.

Em ji gelê xwe yê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dikin ku bi jiyana aştiyane û bi bîrdozî û nêzîkatiya neteweyek demokratîk tê naskirin, piştrast dikin ku çawa me li Reqa, Dêra Zorê û gelek deverên din bi fedakarî, mêrxasî û cesareteke mezin pişta rêxistina terorîst DAIŞ şikand, em ê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngavên ewlehiyê yên berfireh bidin destpêkirin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî terorê şer bikin û di rojên pêş de mizgîniyê bidin gelê xwe. Her wiha em piştrast dikin ku em ê heta serkeftinê rêya şehîdan bişopînin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
10/9/2025