Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpêkirina qonaxeke nû ya Operasyona Mirovî û Ewlehî li kampa Holê ragihand

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê destpêkirina qonaxeke nû ji Operasyona Mirovî û Ewlehî li Kampa Holê, ragihand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bi berçavgirtina pirsgirêkên ewlehiyê yên di hundirê Kampa Holê de, hêzên me Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî, destpêkirina qonaxeke nû ya Operasyona “Mirovî û Ewlehî” radigihînin, ku parastina niştecihên Kampa Holê û misogerkirina berdewamiya xebata ewle ya rêxistinên mirovî di hundirê kampê de armanc dike.

Kamp vê dawiyê şahidiya zêdebûnek ji êrîşên şaneyên DAIŞ`ê re kiriye, ku zêdetirî 30 caran êrîş li dijî xebatkarên mirovî pêk anîne, avanî û saziyên xizmetguzariyê sabote dikin, jiyana bi hezaran sivîlan xistine xetereyê û hewldanên alîkarî û îstîqrarê asteng dikin.

Li ser vî bingehî, ev operasyon hewil dide ku torên terorîst ji hev bixîne, hêmanên ku hewil didin bandora xwe ji nû ve bi cih bînin bişopîne, rêxistinên mirovî û karmendên wan biparêze, û bi xurtkirina bernameyên hişyariyê û piştgiriya psîkososyal pêşî li îstismara zarokên ku wekî Şêrên Xîlafetê (Eşbal Elxîlafe) têne zanîn, bigire.

Agahiyên di destên me de nîşan didin ku DAÎŞ heya niha hewildanên xwe yên îstismarkirina komên herî lawaz ên di nav kampê de dike. Bi alîkariya hin jinên ku bi komê ve girêdayî ne, DAÎŞ îdeolojiya xwe ya tundrew di nav ciwan û zarokan de belav dike, da ku nifşek nû ji kesên ku ji hêla DAÎŞ’ê ve îlham girtine, ku bi navê “Şêrên Xîlafetê” têne binavkirin, mezin bike. Ev hewildan zarokan bi îdeolojiya terorîstî îndoktrîne dikin, pratîkên tundrew di nav kampê de ferz dikin, ciwanan teşwîq dikin ku tundîtiyê qebûl bikin û rêxistinên mirovî hedef bigirin. Ev yek gefê li pêşeroja van zarokan dixwe û hewildanên aramî û alîkariyê têk dibe.

Her wiha armanc ji vê operasyonê ewe ku bi parastina saziyên mirovî ji her hewldanek sabotajê, ewlehî û aramiya xizmetguzariyê xurt bike, di heman demê de hevrêzî û hevkariya di navbera hêzên ewlehiyê, alî û saziyên mirovî û civaka herêmî de ji bo astengkirina terorê û çavkaniyên wê zuha bike.

Operasyona “Mirovî û Ewlehî” qonaxek nû temsîl dike di rêzeoperasyonên ewlehî û mirovî de ku hêzên me di salên borî de li kampa Holê dest pê kirine, ku beşdarî sînordarkirina çalakiyên şaneyên DAÎŞ’ê û dabînkirina jîngehek ewletir dibin. Ev qonax pabendbûna me ya domdar ji bo şerê li dijî terorê û parastina sivîlan, di heman demê de pêşxistina rêbazên operasyonel ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku derdikevin, tekez dike.
Em wek, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirî û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, tekez dikin ku ewlehiya mirovan xeta sor e, û parastina kampê ji terorê şertek pêşîne ku, ji bo misogerkirina berdewamiya alîkariya mirovî û afirandina hawîrdorek aram û bi ewle ji bo hemû niştecihên heremê.”

Fermandariya Giştî Ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
5`ê Îlona 2025`an