Hisên Osman tekezî li ser hewldanên berdewam yên Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina asta xebatkarên xwe, kir
- 20-09-2025
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman di merasîma bidawîkirina Dewreya zabîteya gumrikê ya Şehîd Nûreddîn Sofî de, ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Rêveberiya Xweser ve hate lidar xistin, axivî û wiha got:
Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de em li hember giyanê şehîd Nûredîn Sofî ku ev dewre bi navê wî bû û hemû şehîdên azadiyê ku bi saya fedakariya wan em îro bi awayekî domdar di avakirina saziyên xwe û pêşxistina şiyan û derfetên wan de ber bi pêş ve diçin, bi rêzdarî bi bîr tînin.
Bi boneya bidawîbûna dewreya perwerdeyê ya Zabîteya Gumrikê, em we ji bo serkeftina vê qonaxa perwerdeyê li we pîroz dikin ku gaveke girîng bû di pêşxistina şiyanên we û zêdekirina jêhatîbûnên we de. Em vê serkeftinê wekî gaveke yekem ber bi berpirsiyariyên mezintir ên ku li benda we ne di karê we de dibînin.
Di vê dewreyê de, we zanîn û jêhatîyên pratîkî ji aliyê pisporan ve wergirt. Îro divê hûn van jêhatîyan bi rêya pabendbûn, disiplîn û pêkanîna qanûnan bi giyanek berpirsiyarî û zelal veguherînin pratîkê. Zabîteya gumrikê xeta yekem a parastinê ye di parastina aboriya herêmê û rêxistinkirina çalakiyên bazirganî de ji bo xizmetkirina berjewendiyên civakê.
Beşdarên hêja:
Sûriye niha di qonaxek pêşketinên bilez û zehmetiyên giran re derbas dibe. Ev yek ji me dixwaze ku em di pêkanîna erkên xwe de hişyartir û baldartir bin. Pabendbûna we bi karê we dê aramiyê xurt bike, piştgiriya aboriya me ya herêmî bike û parastina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriy, bike.
Sûriyê ku bi birînan bargiran e, îro pêwîstiya wê bi hemû gelê wê, bi hemû pêkhateyên xwe û hemû kadroyên xwe yên mirovî û pisporiya wan bikar bîne da ku vî welatî ava bike ku her kesî bêyî cudahî dihewîne.
Di dawiyê de, em ji we re piştrast dikin ku Rêveberiya Xweser dê piştgiriya hemû xebatên ku armanca wan pêşxistina karmendan bi rêya perwerdeya berdewam û çandina hesta berpirsiyariyê, bidomînin. Em careke din ji bo serkeftina we di vê dewreyê de we pîroz dikin û em spasiya hemû karmendên perwerdeyê dikin ku bi we re bûn û ji bo peydakirina hemû teknîk, agahdarî û jêhatîyên pêwîst ji bo baştirkirina şiyanên we yên pratîkî, xebat dikirin.


