Komîteya Çandinî û Çavkaniyên Sewelkariyê dema Ruxseta çandiniyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand

Komîteya Çandinî û Çavkaniyên Sewalkariyê ya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku pêvajoya qeydkirina çandiniyê ji bo werzê 2025-2026an ji 29’ê Îlonê heta 31’ê Kanûna 2025’an dest pê dike

Komîte her wiha bang li cotkarên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku serdana komîteyên çandiniyê û yekîneyên berfirehkirina çandiniyê yên li herêmên xwe bikin da ku prosedurên rêziknameyên çandiniyê û ruxsetan temam bikin , her wiha pêdiviyên hilberîna çandiniyê yên pêwîst ji bo berhema nû bistînin.