Komîteya Qanûnî ya Meclisa Demokratîk a Gelan li ser guhertinên qanûnên Trafîk, Wesayît û Jîngehê nîqaş dike
- 07-01-2026
Komîteya Qanûnî ya Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ‘Çarşemê rûniştinek qanûnî li dar xist da ku pêşniyarên sererastkirina hin madeyên Qanûna Trafîk û Wesayîtan û Qanûna Jîngehê nîqaş bike
Armanca civînê lêkolîna guhertinên pêşniyarkirî ye, da ku di civîna asayî ya bê de pêşkêşî endamên Meclisa Demokratîk a Gelan were kirin, da ku biryara pêwîst were dayîn û wan guhertinan li gorî çarçoveyên qanûnî yên pejirandî werin pejirandin.

