Komîteya Qanûnî ya Meclisa Demokratîk a Gelan projeya reşnivîsa qanûna parastina jîngehê nîqaş kir
- 29-09-2025
Komîteya Qanûnî ya Meclisa Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya qanûnî ji bo nîqaşkirina projeya reşnivîsa qanûna parastina jîngehê, lidar xist.
Hevserokatiya Desteya Jîngehê, Meclisa Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdarî civînê bû.
Tê payîn ku reşnivîsa qanûnê bi awayekî berfireh di civîna bê ya Meclisa Demokatîk a Gelan de were pêşkêşkirin da ku li gorî pîvanên qanûnî, were esasgirtin.
Armanc ji qanûna parastina jîngehê garantiya domdariya çavkaniyên xwezayî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya dayîna bingehên rêxistinî, rêveberî û zagonî yên berfireh

