konferansa Yekîtî û Helwestên Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê bû

Konferansa yekîtî û helwestên pêkhateyên herêma bakur û rojhilatê sûriyeyê, îro Înê , li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê dest pê bû
Di konferansê de Nûnerên hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê û Meclisa Jin a herêmê amade bûn
Di konferansê de wê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Meclisa Sûriyeyê Demokratîk û Meclisa Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axaftin bên kirin.
Piştî wê dê axaftinên pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî û Tirkmen, û her weha axaftinên Durzî û Elewîyan bên kirin
Konferans dê bi vekirina deriyê ji bo destwerdanên beşdaran û bi daxuyaniyekê bi dawî bibe