Koordînasyona Jin beşdarî Konferansa Hevgirtina Jinan ber bi avakirina Sûriyeke yekbûyî û demokratîk bû

Şandeyek ji Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro beşdarî Konferansa Jinan ku li bajarê Hesekê di bin dirûşmeya “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokratîk di Sûriyeke nenavendî yekbûyî de ye”, bû.

Konferans ji aliyê Kongreya Star û Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve hate lidarxistin. 700 jin ji rêveberên siyasî, mafnas, çalakvan, rewşenbîr, rûspiyên eşîreyan li ser asta herêmê, nûnerên ji bajarê Heleb, berava Sûriyê, Şam û beşdarên bi rêya Zoomê ji bajarê Siwêdayê, tev li konferansê bûn.

Konferans bi rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Paşê beşeke hûnerî hate pêşkêşkirin. Piştre Berdevka Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo axivî, tekezî li ser girîngiya konferansê weke pilatformeke stratejîk ji bo yekbûna xebatên jinan di avakirina Sûriyeke demokratîk pirreng û nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan garante dike, kir. Piştî wê jî Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Xûd El-Elî jî îşaret bi rola jinan di projeya guhertin û avakirina pêşerojeke hevbeş li ser esasê îradeya gelên azad, kir.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku konferans ne tenê hevdîtineke lê belê gaveke piratîkî ber bi avakirina hevalbendiyeke niştîmanî ji jinan re ku rola jinan di jiyana siyasî, civakî de xurt dike û beşdarbûna wê ya çalak di diyarkirina pêşeroja welat de, garante dike.

Her wiha Fermandara YPJ`ê Rohilat Efrîn jî axivî û îşaret bi îradeya jina azad kir ku li ser asta cîhanê bûye nimûne û got: “Têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastin derbas kiriye û bûye parastina civakê û berxwedan bingeha sereke ya mayînê û parastina rûmetê ye.”

Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif jî îşaret bi rola jinan di avakirina nirxên azadî û demokrasiyê de kir, hişyarî ji ber xîtabên gefxwarinê di diyaloga sûrî de kir û piştrast kir ku aştiya rast ne bi gefan tê avakirin lê belê pêwîstiya wê bi diyalogeke giştî, beşdarbûneke çalak a hemû pêkhateyan heye û îşaret bi girîngiya guhertina danezana destûrî ku mafên jinan garante bike û nûnertiya wê siyasî bike, kir.

Her wiha axaftin û beşdarbûna ji aliyê nûnerên pêkhateyên civaka sûrî jî hate kirin ji wan jinên Durzî, Elewî, nûnerên Yekîtiya Jinên Sûryanî, Yekîtiya Jinên Ermenî, Meclisa Jinên Sûriyê, Yekîtiya Jinên Êzidî. Di axaftinan de pirrengiya hevgirtina civakî ya sûrî hate diyarkirin û tekezî li ser girîngiya xebatên hevbeş ji bo pêkanîna xwestekên jinên sûrî li herêmên cûda, hate kirin.

Konferans bi daxuyaniyekê û hin encaman bidawî bû ji wan, xurtkirina hevgirtina jinan li ser asta niştîmanî, garantiya mafên jinan di destûra sûrî ya pêşerojê de, destekdayîna ji beşdarbûna wê ya çalak re di hemû warên jiyana siyasî û civakî de.