Li bajarê Hesekê yekemîn konferansa komînan hate lidarxistin
- 07-10-2025
Meclisa bajarê Hesekê îro yekemîn konferansa komînên bajêr bi dirûşmeya “Komîn bingeha sereke ya aştî û civaka demokratîk e” lidar xist. Ev yek jî di çarçoveya rêzekonferansên ku li ser asta Kantona Cizîrê têne lidarxistin, hate kirin.
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Meclisa bajarê Hesekê, Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif, nûnerên partiyên siyasî, saziyên olî û Kongreya Star, tev li konferansê bûn. Konferans li Hola Serdem a bajarê Hesekê, hate lidarxistin.
Di konferansê de Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo axivî, xêrhatina beşdaran kir û got lidarxistina konferans bûyereke dîrokî ye di çarçoveya rewşên hestiyar ku herêm têre derbas dibe de.
Farûq Tozo destnîşan kir ku ewlehiya giştî ya girêdayî hikumeta Şamê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji duh ve xistiye çemberê de û ev yek binpêkirina lihevkirinên di navbera hikumetê û QSD`ê de ye.
Her wiha diyar kir ku armanca bûyerên ku li her du taxan rû dan têkbirina yekîtiya Sûriyê û projeya Rêveberiya Xweser e û wiha anî ziman: “Divê em bibin yek da ku xebatên xwe pêş bixin û bighêjin demokrasî, pirrengî, nenavendbûn û avakirina Sûriyeke nû.”
Paşê bendên peyama civakî hatin xwendin ku têde tê gotin, Rêveberiya Xweser jiyana xwe ya civakî, demokratîk, azad birêxistin dike û sîstema civakî pêş dixe û li ser esasê avakirina komînan, xurt dike.
Her wiha tevlîbûn ji aliyê beşdaran ve hate kirin, zehmetiyên ku rastî kar û xebatên wan tên di peydakirina xizmetên sereke ji welatiyan re û xurtkirina rola komînan, hatin nîqaşkirin.
Di dawiyê de hin encam hatin girtin ji wan: Hemû xebatkarên di saziyan de endamên fermî yên komîn û komîteyên girêdayî wê ne.
Xebatên ji bo aktîfkirina hemû pêkhateyan di aliyê rêxistinî û rêveberî de û dagirtina cihên vala di komînan de.

