Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayê firotina tovên genim ji bo cotkarên re hate diyarkirin

Komîteya Çandinî û Sewaldariyê ya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku piştî wergirtina rêziknameyên çandiniyê ji yekîneyên çandiniyê û komîteyên li herêmên xwe, buhayê firotina tovên genim ên sterîlkirî, pişkinandî û li gorî standardan ji bo cotkaran bi 350 dolar ji her 1 ton re diyar kir.