Li Dibistana Şehîd Elî Milhim 6`emîn dewreya serbazan hate vekirin

Îro li Dibistana Şehîd Elî Milhim a bajarê Mensûrayê 6`emîn dewreya serbazan hate vekirin. 47 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li dewreyê bûne. Dewre bi navê Şehîd Mustefa Mihemed e.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmarek ji endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, serbaz û rêveberên saziyên ewlehiyê beşdarî merasîma vekirina dewreyê bûn.

Armanc ji dewreyê ew e ku jêhatîbûna beşdaran zêde bike û jêhatîyên wan di warên yasayî û pîşeyî de baştir bike, ji bilî xurtkirina derfetên wan ên meydanî û rêveberî li gorî pêwîstiyên heyî û baştirkirina performansa hêzên ewlehiyê di astên cûrbecûr de.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di axaftina xwe di merasîma vekirina dewreyê de tekezî li ser girîngiya dewreyên bi vî awayî di xurtkirina displînê, bilindkirina asta pêkanîna pîşeyî ku destekê bide pêşxistina binesaziya saziya ewlehî û pêkanîna aramiyê, kir.