Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû ya xwendinê, dest pê kir

Îro Çarşem dibistanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên xwe vekir û bi vê yekê destpêkirina sala xwendinê ya nû 2025 – 2026`an ragihand. Dibistanan xwendekarên asta seretayî û amadehî, pêşwazî kir.

Îsal hejmara xwendekaran gihaşt 713 hezar û 554 xwendekar li 3 hezar û 647 dibistanan hatine belavkirin û 35 hezar û 513 mamosteyan, pêk tê.

Sîstema perwerdeyê li herêmê li ser bingeha bernameyên xwendinê yên guhertî ye ku bi sê zimanên fermî yên herêmê: Kurdî, Erebî û Suryanî, têne perwerdekirin û di heman demê de taybetmendiyên çandî yên her herêmê li ber çavan têne girtin.

Ev rêbaza perwerdeyî pabendbûna aliyên perwerdeyî yên herêmê ji bo pêşxistina pirrengiya çandî û zimanî û xebata ji bo peydakirina pergaleke perwerdeyê berfireh li gorî daxwazên civakên herêmê, nîşan dide.