Li Kantona Firatê serjimarî û qedexeya giştî dest pê kir

Îro di saetên sibê de li Kantona Firatê serjimariya ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê ve serjimarî û qedexeya giştî li tevahî kantonê dest pê kir.

4 hezar tîmên serjimariyê serjimariyê li bajarê Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa, El-Qenaye, Çelebiye û gundewarên wê, çêdikin.

Serjimarî ji aliyê Nivîsgeha Pilansazî û Serjimariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê meşandin û ew jî şênî, mal û milkên wan, zevî û sewaldariyê digre nav xwe.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê qedexeya giştî di rojên serjimariyê de ferz dike da ku encamên baş bidest bixe û pêvajo bi awayê ku tê xwestin, bimeşe.