Li Reqayê li ser rêbazên kêmkirina tundiyê li dijî jinan û pêşxistina mafên wan panêlek hat li dar xistin

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li Navenda Çand û hunerê li Reqayê panêlek li ser tundiya li dijî jinên Sûriyeyê li dar xist, bi dirûşmeya “Bi Hev re Em Civakeke Hevbeş Ava Bikin Ji Bo Bidawîkirina Tundiyê”.

Di panêlê de şandeyek ji Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, û 100 jinên ji tevgerên jinan ên cûda yên herêmê, û her wiha hejmarek jin ji Reqayê amade bûn.

Panêl ji aliyê Rîma Berekat, hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser, Jiyan Hisên, endama Koordînasyona Kongira Star, û Buşra Mihemed, koordînatora Desteya Kombûna Jinan a Zenobia li kantona Reqayê ve hate birêvebirin.

Edalet Omar, seroka Desteya Jin di Rêveberiya Xweser de di panêlê de axivî û tekez kir ku tundiya li dijî jinan diyardeyek neyînî ye ku ewlehiya civakan tehdît dike. Wê rola çalakiyên hişyarkirinê di ronîkirina giraniya vê diyardeyê de destnîşan kir. Paşê ji aliyê koma Hîlala Zêrîn şanoyek hate pêşkêş kirin, ku bi awayekî dilşewat û hunerî mijara tundiyê li dijî jinan dan pêşkêşkirin.

Beşa yekem di panêlê de ji aliyê endama Komîteya Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên ve hate pêşkêşkirin. Wê li ser tundiya li dijî jinan axivî, valahiya di navbera têgeh û rastiyê de nirxand. Wê her wiha li ser mafên jinan di asta qanûnî de û pêkanîna wan a pratîkî nîqaş kir, û tekezî li ser pêwîstiya bilindkirina hişmendiya civakê û pêşxistina çandeke wekheviyê kir da ku tundî kêm bibe û civakek dadmendtir û aramtir were avakirin.

Beşa duyemîn ji aliyê Rîma Berekat, Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser de, ve hate pêşkêşkirin. Di pêşkêşiya xwe de, wê peymanên navneteweyî yên têkildarî parastina jinan û biryarên NY yên derbarê têkoşîna li dijî tundiyê de nirxandin. Û got ku ev qanûn çawa di nav deverên di bin Rêveberiya Xweser de têne bicîhanîn û girîngiya pêşxistina çarçoveyên qanûnî ji bo misogerkirina parastineke mezintir ji bo jinan.

Panêl destwerdan û nîqaşên beşdaran dihewîne, ku balê dikişînin ser pêwîstiya xurtkirina hevkariyê di navbera saziyan de û xebata li ser dîtina mekanîzmayên bibandor ji bo kêmkirina tundiyê di hemî awayên wê de. Panêl bi daxuyaniyekê ku hejmarek pêşniyaran dihewîne û banga pabendbûna bi çalakiyek kolektîf ji bo têkbirina tundiyê û pêşvebirina mafên jinan di civakê de dike , bi dawî bû .