Malbatên DAIŞ`î hewl dan ji Kampa Holê birevin

Hevserokê Dayîreya Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed got, hejmarek ji malbatên çeteyên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê hewl dan ji Kampa Holê birevin hevdemî êrîşên ku komên çekdar ên hikumeta Şamê pêk tînin.

Şêxmûs Ehmed ji malpera Rêveberiya Xweser re diyar kir ku rêxistinê hewl da ku tevlîheviyê di hundirê kampê de derxîne û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana reva wan têk bir.

Her wiha Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku komên çete êrîşî girtîgeha çeteyên rêxistina DAIŞ`ê li Reqayê dikin û niha li derdora girtîgehê şer rû didin.