Li Reqayê Meclisa Dada Civakî Akademiya Şehîd Şernaz, vekir
- 02-09-2025

Meclisa Dada Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro Akademiya Şehîd Şernaz li bajarê Reqayê, vekir.
Dadwer, nûnerên meclisên Dada Civakî yên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîma vekirina akademiyê bûn.
Piştî merasîma vekirinê yekemîn dewreya perwerdeyê li akademiyê bi beşdarbûna 36 dadwerên Serdozgeriya Giştî û endamên Nivîsgeha Dijî Tewanê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dest pê kir. Dewreya perwerdeyê bi navê “Tewana elktronî” ye. Dê 3 rojan dewam bike û têde dê dersên derbarê tewanên hejmarî û cezayên ku li kesên tewanan dikin têne birîn, dê werin dayîn.
Armanc ji vekirina akademiyê ew e ku xebatên ji bo pêkanîna edaletê, berdewamiya rêya şehîd Şernaz û xebata ji bo pêşxistina sîstema dadweriyê û bilindkirina rola wê di xizmetkirina civakê de, zêdetir bibin.