Meclisa Demokratîk a Gelan bawerî da hin endamên nû

Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya (119) lidar xist. Desteya Hevserokatiya Meclisa Demokratîk a Gelan û endamên wê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de bawerî dan Gabî Efram Şemûn, Besam Qaso, Yabîl Hena Hena, Taz, Mustefa Başa, Werda Sermas endamên Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Cizîrê û Ehmed Îbrahîm El-Ilêwî weke nûnerê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Tebqayê.

Her wiha Meclisa Demokratîk a Gelan endamtiya salar Elî Hesen û salar Helîme Eba Bekir di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, erê kir.

Di dawiyê de endamên Meclisa Demokratîk a Gelan tekezî li ser girîngiya pêşxistina mekanîzmeya xebatên sazîbûnê û xurtkirina koordînasyona di navbera meclisên gelan ên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, kir.