Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe ya 120`an lidar xist û rêziknameya xwe ya nû erê kir

Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya 120`an ji bo pêşkêşkirin û nîqaşkirina rêziknameya xwe ya nû û dengdana li ser, lidar xist. Desteya hevserokatiya meclisê û encamên meclisê yên kantonan beşdarî civînê bûn.

Civîn bi erêkirina qeyda civîna berê ya hejmar 119`an dest pê kir, paşê pêşniyara hilweşandina Desteya Çandê û avakirina desteyeke nû bi navê Desteya Çand û Ronakbîriyê nîqaş hatin kirin, ku pêşniyar bi piraniya dengan hate erêkirin.

Her wiha di civînê de made û bendên rêziknameya Meclisa Demokratîk a Gelan hatin xwendin, nîqaş bi awayekî berfireh hatin kirin beriya ku were erêkirin û ew jî li gorî siyasetên meclisê, avakirina wê di nava Rêveberiya Xweser de.

Armanca rêziknameyê ya nû ku erk û desthilatên meclisê û endamên wê werin diyarkirin, mekanîzmayên xebata rêxistinî û sazûmanî were xurtkirin. Ew jî di çarçoveya xebatên berdewam ji bo pêşxistina mekanîzmayên Rêveberiya Xweser û nûjenkirina sîstemên wê ku bi vî rengî rola saziyên demokratîk xurt bike û beşdariya bibandor di biryardayînê de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş bixe.