Meclisa Demokratîk a Gelan civînek lidar xist û encamên rêxistî derxist
- 17-09-2025
Meclisa Demokratîk a Gelan civîneke berfireh lidar xist û bi meclisên gelan ên kantonan re, civiya. Civîn bi armanca nîqaşkirina mekanîzmeyên baştirkirina karê hevbeş û aktîfkirina rola meclisan li gorî bendên Hevpeymana Civakî, hate lidarxistin.
Di civînê de behsa aliyê rêxistinî yê kar û xebatê meclisan, hate kirin. Her wiha çawaniya dagirkirina cihên vala di meclisên gelan ên kantonan de, mekanîzmeya dagirtina cihên vala di Meclisa Demokratîk a Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di çarçoveya hewldanên aktîfkirina rola van meclisan û misogeriya berdewamiya xebatê wan bi awayekî çalak, hatin nîqaşkirin.
Di civînê de ev encam hatin girtin:
Xebatê meclisên gelan ên kantonan ji bo dagirkirina cihên vala di meclisên wan de.
Meclisên gelan ên li kantonan cihên vala yên di Meclisa Demokratîk a Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji xelkê wan kantonan dagirin.
Xebatên ji bo lidarxistina civînên asayî bi meclisên pîvanên Neteweya Demokratîk ên kantonan bi meclisên gelan ên kantonan re.
Berdewamiya avakirina meclisên pîvanan li kantonan û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çavdêriya meclisên gelan ên kantonan û li gorî madeyên Hevpeymana Civakî.
Pêşkêşkirina navan ji bo avakirina Saziya Giştî ya Kontrol û Hesabdariya Darayî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew jî bi rêya şandina navan bi awayekî wekhev ji aliyê meclisên gelan û melisên Dada Civakî yên kantonan ve û paşê ji Meclisa Demokratîk a Gelan re werin şandin.
Aktîfkirina civînên hevrêzkirinê di navbera Meclisa Demokratîk a Gelan û meclisên gelan ên kantonan re ku her 3 mehan were lidarxistin û raporên asayî ji aliyê wan meclisan ve ji Meclisa Demokratîk a Gelan re werin pêşkêşkirin.

