Meclisa Demokratîk a Gelan qanûna ragihandinê ya sererastkirî erê kir
- 26-08-2025

Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî (116) ji bo guhertina qanûna ragihandinê û erêkirina wê, lidar xist.
Di civînê de Cozêf Îsa weke cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku birêz Gabrêl Şemhûn ji kar hate derxistin sûd xwar, Leyla Mehmo û Îbrahîm Elî El-Mihemed weke hevserokên Meclisa Ol û Baweriyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin erkdarkirin û sûnd xwarin.
Her wiha Ciwan Mûrad û Reşa El-Xidir weke hevserokatiya Meclisa Jîngehê li herêmê û Yehiya Îbrahîm weke endamê Meclisa Demokratîk a Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate erkdarkirin û bawerî dane wan da ku dest bi erkên xwe bikin. Her wiha dengdan hate kirin ku di civîna îro de hejmarên nû bidin guhertinên qanûnên Tunekirina Terorê û tedbîrên cezayî.
Paşê beşdaran qanûna ragihandinê nîqaş kirin ku reşnivîs ji aliyê Dayîreya Ragihandinê û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû pêşkêş kirin. Guhertinên ku di qanûnê de çêbûn girêdayî mijara binpêkirinên ku dikarin bibin sedema tevlîheviyê, gurkirina şerê mezhebî û reşkirina ragihandinê ya sîstematîk her wiha rêkxistina karê ragihandinê li herêmê bi awayekî baştir, hatin kirin. Derxistina wê bi awayekî ku rola baş a ragihandinê di civakê de derxîne pêş, ji bo rojnamevan û dezgehên ragihandinê ku qanûnê binpê dikin cezayên dîsîplînê werin ferzkirin û cezayên darayî li her kesê ku qanûnê binpê bike, werin birîn.
Civîn bi erêkirina qanûna ragihandinê bidawî bû û qanûn ji dema derxistina wê dikeve meriyetê de.