Meclisa Demokratîk a Gelan reşnivîsa qanûna kesên xwedî pêdiviyên taybet, nîqaş kir

Komîteya Qanûnî ya Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîneke qanûnî ji bo nîqaşkirina reşnivîsa qanûna kesên xwedî pêdiviyên taybet nîqaş bike, lidar xist.

Endamên Komîteya Qanûnî, nûnerên Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran û Nivîsgeha Kesên xwedî pêdiviyên taybet tev li civînê bûn. Di civînê de bendên reşnivîsê û mekanîzmeyên pêkanîna wê ji bo misogerkirina parastina mafên kesên xwedî pêdiviyên taybet û baştirkirina asta xizmetên ku ji wan re têne pêşkêşkirin, hatin nîqaş kirin.

Armanca projeya qanûnî peydakirina baştirîn xizmet ji kesên xwedî pêdiviyên taybet re û ew jî bi rêya hêsankirina tedbîrên qeydkirina wan di nav kategoriyên ku di bin lênêrînê de ne, misogerkirina pêşkêşkiria alîkariyan bi awayekî asayî û rêxistinkirî bêyî tu kêmasî her wiha di projeyê de bendên ku amadekirina binesaziyeke guncaw û baştirkirina kalîteya xizmetên tenduristî û civakî yên ku ji wan re têne pêşkêşkirin, hene.

Her wiha di projeya qanûnî de hatiye destnîşankirin ku nivîsgeha gazincan a taybet bi kesên xwedî pêdiviyên taybet were nûjenkirin û aramanca wê sînordarkirina hemû cûreyên bikaranînê ku rastî wan tê were nûjenkirin û Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran dê rewşa wan bi berdewamî bişopîne û hemû kêmasiyên ku pêşkêşkirina xizmetan de derdikeve, tesbît bike.

Tê payîn ku Meclisa Demokratîk a Gelan qanûna kesên xwedî pêdiviyên taybet di civîna xwe ya bê derxîne û ev jî piştî bidawîkirina nîqaşkirina reşnivîsê û erêkirina wê bi awayekî dawî.