Meclisa Gelan a Demokratîk li ser rêbazên pêşxistina çalakiyên hevbeş û avakirina meclisên pîvanan nîqaş kir

Meclisa Gelan a Demokratîk îro’ civîneke berfireh bi meclisên gelan ên kantonan re li dar xist da ku mekanîzmayên xurtkirina çalakiyên hevbeş û aktîvkirina rola meclisan li gorî bendên hevpeymana civakî nîqaş kir

Civîn bi nirxandina geşedanên siyasî yên dawî li ser asta navneteweyî, herêmî û nirxandina pirsgirêkên heyî yên li herêmê bi giştî, û pêşketina danûstandinên berdewam bi hikûmeta Şamê re dest pê kir.

Di civînê de aliyên rêxistinî yên xebatên meclisanhatin nîqaşkirin, li ser rêbazên dagirtina cihên vala di meclisên gelan ên di nav kantonan de û mekanîzmaya dagirtina cihên vala di Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîqaş hatin kirin. Ev yek beşek ji hewldanên aktîvkirina rola van meclisan û misogerkirina berdewamiya karê wan ê bi bandor e.

Beşdaran her wiha li ser avakirina meclisên “Pîvanên Demokratîk ên Neteweyê” li kantonan û herêman, wekî gaveke stratejîk ber bi xurtkirina rola civakê û bicihkirina prensîbên hevkarî û wekheviyê di xebata saziyan de, nîqaş kirin.

Civîn bi tekezî li ser girîngiya rêxistinkirina kar li gorî prensîbên zelal û bibandor ên li ser bingeha prensîbên hevpeymana civakî, misogerkirina rola bibandor a meclisan di warên cûrbecûr de û lihevhatina bi pirsgirêk û pêdiviyên qonaxa heyî re, bi dawî bû.