Meclisa Giştî ya Jinên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê komxebatek lidar xist

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro tev li komxebata ku ji aliyê Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ve hate lidarxistin, bû. Komxebat derbarê tundiya siyasî, civakî û bandora wê li ser jinên sûrî li Navenda Çand û Huner a bajarê Reqayê, hate lidarxistin.

Komxebat bi dirûşmeya “Bi hevre civakeke komînal ji bo tunekirina tundiyê, ava bikin” hate lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, tevgerên jinan û hejmareke şêniyên Reqayê beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de du beşên sereke hebûn.

Di beşa yekem de bal kişand ser tundiya siyasî ku ji aliyê Hevserokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Kewser Doko ve hate pêşkêş kirin. Têde awayên wê yên herî berbiçav, wekî dûrxistin, paşguhkirin û hedefgirtina li ser esasê nasnameya siyasî, hatin nîşandan. Her wiha Kewser Doko bal kişand ser giraniya wê û bandora wê ya rasterast li ser beşdarbûna demokratîk û aramiya civakê û di axaftina xwe de şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî ku ew jî mînaka qurbaniyên tundiya siyasî ya sîstematîk bû.

Beşa duyem jî li ser tundiya civakî bû û ji aliyê Berdevka Meclisa Giştî ya Jinan Fatma El-Elî ve hate pêşkêşkirin. Têde awayên wê yên cûrbecûr di nav de tundiya malbatî, urfûadatên civakî yên neheq, lewazbûna hişmendiya qanûnî û tunebûna rêbazên parastinê, hatin nirxandin. Fatma El-Elî tekezî li ser girîngiya pêşxistina çanda wekheviyê û bihêzkirina jinan bi rêya perwerdeyê kir. Her wiha bal kişand ser encamên tundiyê li ser jiyana jinan û êşa wan ji dûrxistina siyasî û tunebûna rola wan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyê de yan jî di girtina cihên rêveberiyê de.

Di komxebatê de tevlîbûn ji aliyê beşdaran jî hate kirin, tekezî li ser girîngiya xurtkirina hemleyên hişyarkirinê ji bo têkoşîna li dijî tundiyê di hemû cureyên wê de û pêwîstiya beşdarbûna ciwanan di xebatên sînordarkirina tundiyê de hate kirin. Her wiha Beşdaran bal kişand ser binpêkirinên ku li herêman rastî jinan tên kir û tekezî li ser girîngiya aktîfkirina sîstema hevserokatiyê bi awayekî rast hate kirin da ku pîvanên wekhevî û edaletê pêk bîne.