Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di panêlekê de nerîna xwe a siyasî ya ji bo avakirina sûriyê eşkere kir
- 28-08-2025

Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ‘Pêncşemê li bajarê Hesekê panêlek li ser nerîna siyasî û olî ya ji bo avakirina Sûriyeyeke nû li dar xist. Panêl bi dirûşmeya “Nerîna me ji bo reşnivîsa destûra Sûriyeyê ku li gorî pirrengiya çandî, etnîkî û olî ya gelê Sûriyeyê be” hate lidarxistin.
Di panêlê de Nûnerên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî, rewşenbîr û akademîsyen, Meclisa Ermeniyan û Meclisa Rûspiyan amade bûn
Welîda El-Bûtî, endama Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwendinek berfireh a nerîna siyasî û olî ya ji bo avakirina Sûriyeyeke nû pêşkêş kir, û tekezî li ser pêwîstiya ji nû ve avakirina dewleta Sûriyeyê li ser bingeha hevwelatîbûna wekhev û lihevhatina civakî ,kir.
Xalên nerînê ev in: meclis redkirina xwe ya tevahî a hemû cureyên cudakariya olî, mezhebî û etnîkî piştrast dike, û daxwaza bicihkirina prensîba wekheviyê di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya pêşerojê de dike, da ku parastina azadiya baweriyê û parastina mafên hemû ol û baweriyan misoger bike. Her wiha tekez dike ku pêwîst e ti madeyek ku olek fermî ya dewletê destnîşan dike neyê bicihkirin, da ku bêalîbûna dewletê di derbarê baweriyan de were parastin.
Xala Duyem: Meclisa Sûriyeyê wekî welatekî ol û pawareyê dibîne. Ne guncaw e ku pêkhateyên wê ji perspektîfa piranî-kêmahîyê ve werin nirxandin. Ew piştrast dike ku hemû welatî di maf û erkên xwe de wekhev in bêyî ku li ser bingeha ol, mezheb an etnîsîteyê cudahî hebe
Xala Sêyem: Meclis hemû binpêkirin û sûcên ku li dijî hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê têne kirin, tevî yên ku li dijî Elewî, Xiristiyan, Êzîdî û Durzî têne kirin, bi tundî şermezar dike. Ew îstismara olê di axaftinên siyasî an hemleyên ku nefret û dabeşbûnê gur dikin de red dike, ji ber bandorên wê yên wêranker li ser tevna civakî ye
Xala Çarem: Meclis girîngiya rêzgirtina ji nepeniya perwerdehiyê ya her ol û baweriyê tekez dike. Divê mufredat têgihîştineke hevbeş a dîroka ol û baweriyan li Sûriyeyê jî di nav xwe de bigire, bi vî awayî têgihîştina hevbeş û qebûlkirina civakî zêde bike.
Xala Pêncan: Meclis daxwaza derxistina qanûnek taybet dike ku parastina cihên pîroz ji bo hemû ol û baweriyan garantî bike, di heman demê de mafê dayîna her saziyeke olî ku çavdêriya birêvebirina karûbarên cihên xwe yên pîroz li gorî nirx û adetên xwe bike.
Xala Şeşan: Meclis her cure cudakarî an zordariyê ku li ser jinan bi hincetên olî an çandî tê kirin ,red dike. Û tekez dike ku pêwîst e beşdariya jinan di hemû warên jiyana giştî de were misogerkirin û mafê wan ê diyarkirina çarenûsê bi azadî û rûmet were rêzgirtin.
Xala Heftan: Meclis girîngiya destnîşankirin û hesabpirsîna alî û kesên ku di sûcên li dijî Êzidiyan û hemû qurbaniyên sûcên li dijî mirovahiyê li Sûriyeyê de beşdar in, û xebata ji bo dadweriyê li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan ,tekez dike.
Di panêlê de, qad ji bo nîqaşê hate vekirin. Beşdaran girîngiya hişyarkirina hemû beşên civaka Sûriyeyê û redkirina gotinên nefretê di nav civakên cûda de tekez kirin. Wan daxwaza dewletek sivîl kir û welat ji aliyê yek olê ve neyê birêvebirin. Û tekez kirin ku rêveberiya xweseriya demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareseriya çêtirîn e ji bo avakirina Sûriyeyek nû.