Meclisa Rêveber a Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidar xist û bi gelek encaman bidawî bû

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê civîna xwe ya salane ya 2025`an lidar xist. Di civînê de xebatên di sala borî de hatine kirin hatin nirxandin û nîqaşkirin û civîn bi gelek encaman bidawî bû.

Civîn li hola civînan a avahiya Meclisa Rêveber a kantonê ya li bajarê Kobanê hate lidarxistin. Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveberên saziyên Meclisa Rêveber a kantonê û Desteya Hevserokatiya Meclisa Gelan a kantonê, beşdarî civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê rapora salane ya xebatên Meclisa Rêveber di 2025`an de, hate xwendin.

Paşê dîmenek ku têde wêneyên taybet ên karwanên berxwedanê ku di dema êrîşên dewleta Tirk de ji kantonê berê xwe didan Bendava Tişrînê hebûn û hin xebatên ku saziyan kirine, hate pêşkêşkirin.

Piştre Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid derbarê geşedanên siyasî li qada Sûriyê, xebatên Rêveberiya Xweser di çareserkirina aloziya siyasî ya Sûriyê ji paşguhkirina tevahî pêkhateyan bi rêya bikaranîna sîstema yekhişmendiyê ji aliyê hikumeta demikî ya Şamê ve, axivî.

Hemdan El-Ebid îşaret bi girîngiya gihaştina çareseriyeke siyasî hevbeş ku hemû gelê Sûriyê di pêvajoya heyî de pê razî bin kir ku niha li qada Sûriyê guhertinên bingehîn di warê hundirî û derve de rû didin.

Hemdan El-Ebidî di dawiyê de tekezî li ser girîngiya avakirina dewleteke sivîl li ser esasê hemwelatîbûn, ku rêzdariyê dide gelê xwe, wan diparêze û rêzdariyê dide pêkhateyan û wan diparêze, kir.

Paşê derbarê xebatên ku di sala borî de hatine kirin, zehmetiyên ku rastî saziyan tên hatin nîqaşkirin û rexne û rexnedayîn ji aliyê beşdaran ve hate kirin.

Civîn bi gelek encaman bidawî ew jî wiha ne:

-Pêşxistina projeyên aborî û kooperatîfan ji bo baştirkirina asta aborî û peydakirina derfetên kar.

-Girîngiya firehkirina toreyên avê nexasim li gundewarên ku ji ber ziwabûna li herêmê zehmetiyan di peydakirina ava vexwarinê de dibînin.

-Xebatên ji bo pêşxistin û baştirkirina sektora pêwendî û înternêtê.

-Hewldanên pêşxistina sîstema ragihandinê ya Rêveberiya Xweser da ku li gorî pêdiviyên qonaxa heyî be.

-Xurtkirina xebatên perwerde û amadekirina hemû xebatkar û berpirsên Rêveberiya Xweser ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî û pêşxistina xebatê saziyî.

-Destekdayîna sektora çandiniyê bi rêya peydakirina semad, tov û sotemeniyê ji ber herêm herêmeke çandiniyê ye.

-Wergirtina berhemên çandiniyê ji cotkaran bi bihayên teşwîqî.

-Berfirehkirina toreyên kehrebeyê û xebatên ji bo sererastkirina stasyonên kehrebeyê.

-Sererastkirin û zêdekirina dibistanan li herêmên ku dibistan li wan tune ne.

-Zêdekirina çandina daran ji bo zêdekirina rûberên kesk li herêmê û ji bo têkoşîna li dijî çolbûn û guherîna avhewayê li gorî civaka ekolojîk a ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê dike.

-Piştgirî û pêşxistina sektora tenduristiyê heta astekê ku pêdiviyên niştecihên herêmê pêk bîne nexasim xebatên avakirinê û avakirina nexweşxaneya nû ku tê payîn heta sala 2026`an bidawî bibe û amadekirina wê bi alav û amûdrên bijîşkî yên pêwîst.

-Vekirina beşekî dermankirina kesên ku madeyên hişbir bikar tînin.

-Aktîvkirina berhevkirina baceyan.

-Çareserkirina bêkariya veşartî.

-Sînordarkirina destdirêjiyên bêserûber li ser milkê giştî.