Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ji bo nîqaşkirina sîstema bacê û xurtkirina çavdêriyê bi Desteya Darayî ya Giştî re civiya

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi Desteya Darayî ya Giştî re civiya ji bo sîstema bace û mekanîzmeya aktîfkirina çavdêriya baceyê, nîqaş bike

Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber, cîgirên hevserokatiya Meclisa Demokratîk a Gelan, Desteya Hevserokatiya Desteya Darayî ya Giştî, Rêveberiya Giştî ya Baceyan a Rêveberiya Xweser, hevserokên gerîndeyên baceyan û nivîsgehên darayî li kantonan beşdarî civînê bûn.

Di civînê de bendên sîstema bace ji aliyê Hevserokê Desteya Darayî ya Giştî ya Rêveberiya Xweser Dr, Ehmed Yûsif ve hate xwendin û madeyên sîstema baceyê bi awayekî berfireh ji aliyê beşdaran ve hate nîqaşkirin.

Her wiha tevlîbûn ji aliyê beşdaran ve hate kirin û hin pêşniyar ji bo pêşxistin û baştirkirina kalîteya sîstema baceyê, ji bilî diyarkirina erkên her kantonekê bi serê xwe, ji bo misogerkirina pêkanînek bibandortir û dadperwertir ku şert û mercên aborî û rêveberî yên cûrbecûr di ber çavan de digire, hate kirin.

Desteya Darayî ya Giştî piştrast kir ku ev gav di çarçoveya xebatên wê ji bo nûjenkirina sîstema darayî û zêdekirina zelalbûn û çavdêriyê de ye, ku rê li ber sîstema baceyê ya bi bandortir vedike ku hem xizmeta civakê û hem jî ya saziyan dike, hate kirin.