Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser şandeyeke Yewnanî pêşwazî kir
- 05-11-2025
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya birêz Evîn Siwêd, birêz Hisên Osma û cîgirê hevserokatiyê Hesen Koçer şandeyeke Yewnanî ku ji rojnamevan Johannes Albanis û Katia ku ew jî xwendekareke doktorayê û lêkolîneke akademîk li ser ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê amade dike, pêk dihat.
Di hevdîtinê de, Hevserokatiya Meclisa Rêveber projeya Rêveberiya Xweser ku li ser bingeha sîstemeke demokratîk a nenavendî ye û maf û azadiyan garantî dike û nirxên civakî û çandî yên pêkhateyên olî û neteweyî yên pirreng diparêze, nirxand.
Her du aliyan rêbazên pêşxistina hevkarî û têkiliyên du alî nîqaş kir û tekezî li ser girîngiya ezmûna Rêveberiya Xweser weke rêbazekî demokratîk ku dikare destekê bide avakirina sîstemeke siyasî dadwer li Sûriyê û cîhanê ava bike, hate kirin.
Şandeya Yewnanî kêfxweşiya xwe bi ezmûna demokratîk û siyasî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim rola jin a aktîf di warên cûda yên xebatê û beşdarbûna komînal de, nîşan da.
Tê payîn ku şande di nava rojên bê de serdana hejmarek ji saziyên sivîl, leşkerî û rêveberiyên xweser ên kantonên cûda bike daku bi awayekî kûrtir mekanîzmeya xebatên wan, nas bike.

